Bisk hildan Bisk hildan edetek ji edetên Kurdên êzdî yê kevnare. Mena wê morkirin, helalkirina zaroka kurîne. Ev edeta kengê da, kî demê da dest pê kirye, eyan nîne. Çiqas em zanin ji kûraya dewrana tê û heta niha jî li nav Êzdyan da maye. Êzdiyên dora LALIŞA NÛRANÎ zarokên xwe yên 40 rojî dibin ber Zyaretê u bi ava KANYA SIPÎ mor dikin, helal dikin. Ew zaroka ku bi wê ava pîroz hatye morkirin êdî hewcê bisk hildanê nînê. Rêalîtêta Êzdiya ya dewranan û heta roja îroyîn jî usane, ku êlên wan dest zulm û zora der-doran tim li nav rev-bezê da bûne û him ji hev dûr, dûrî merkeza xwe ya olî LALIŞA NÛRANÎ jîtine. Mecalê wan nîbûne zarokên xwe bivin ber zîyareta xwe û ava KANYA SIPÎ da morkin. Wan hereman morkirin bi cûrê Biskê, bi destê Şêxê Biskê tê kirin. Zaroka kurîn, ku ji dê bavê xwe ra dibe, gerekê destê xwe nedin porê wî ( dûzan yan meqes nekeve nava por) heta biska wî tê hildan. Di nav hinek heremên Êzdyan da dema bisk hildanê jî destnîşankirye: (mehên kit) heft, neh yan yanzde mehyê da biska zarokê tê hildan, lê hinek hereman kî wedeyî mecal çê dibe, wî çaxî jî biska zarokê didin hildan. Bisk ji alyê olî va êzdyan ra ferze û ji alyê şêxê wê malbetê yê biskê va tê hildan, lê eger mecal tunebe yan şêxê wanî biskê amede nîbe, kare bi destê Şêxekî din biska zarokê bê hildan. Wê rojê qurbanek tê serjêkirin, xizm, cînar, heval, hogirê malbetê dicivin, malbetê pîroz dikin ji bo hildana biska lawê wan. Şêx dema porê lawik diqusîne ew qewla (du’a) biskê dibêje, zarokê xelat dike. Dê-bavê zarokê jî fitoyê Şêx didinê. Hinek Şêx ferz dibînin ku biskê ji kî tanga sêrê lawik hildin. Lê min ji şêxên sê heremên Êzdiyan pirsî her yekî tiştek got. Yekî got ji jora enyê bi meqesê sê bisk têne qusandin, yê din got ji tepa serê lawik, yê din jî got ji tepê û herd cênîka. Qewla Biskê: Rojekê ji rojan e, biska biskan e, Biska Şêxalê Şemsan e, Lê danîn hed û sed, ol û erkan e, Bisk dibe bi şedeya Şîxadî û mêran e, Bi roj li ser Kanya sipî dan e, Çîya li hev ketin wek Beran e, Di nav da Melek Şêxisn şêxê şêxan e, Şêxûbekir, Şêşims, Melek Fexredîn, Sicadîn, Amadîn, Babadîn pê girtin nîşan e Bisk bûye kaf firye ezman e, Şahya vê biskê yan berx e, yan beran e Li me dîyar bû êvara miraza bi rengê Ezdan e, Ji erdê bilind bû çûye ezman e. Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayê axretê Bi vê biskê girtin nîşan e, Ya Rebî tu ji vê biskê bikî çil biskan e, Ya Rebî ji me dest, ji te derman e, Em e kêmin, Xwedê û Şîxadî temam e. ( kov.Laliş, N 5; 1997 )  |