Durr u padşa
Pîr Xidir Silêman
Zana u feylesofên cihanê li derdorên xwe rênî ye u hewil dayne bo bûna her diyardeyekê şiroveyekê bi êxine rû , yek ji wan babetên pir balkêş ku zanayê navdar (hîgil ) şirova wê xistîyerû ewe : kereste u metiryal (madde) berî hoşê (we,î) ye , bi vê yekê agirek dijî kenîşteyê şarandîye hejî gotinêye hoşmend u feylesofên kurd jî xwe li vî biwarî kirîye xudane u heke (hîgil) li sed salîya nozdê ev pirse şirove kir bit , şêx fexrê adîya ku zana u derwêş u feylesofekî bîr tîje u danerê gelek têkistên dine êzidiya ye li çerxê duwazdê-berî (hîgl)î bi şeş sad salalkî - hewul daye vî babetî şirove bike her wekî di qewlê şêx u bekir de hatî : Aşiq u me,şûqên kurrê (1 Me yarek div ê li vê herfê yî mukurrê Ka durr ji padşaye , yan padşa ji durrê ??? Aşiqê êrifî çêye Tef têşa me ji vê ciwabêye Ka dûrr ji padşa ye , yan padşa ji durrê ye ?? Xundevanê delal : padşa anku (xudê) , durr anku (cihan u kewn) . Vêca piştî şêx fexir dû cara ev babet bi rengê pisyarê xistîye rû hatîye mina derwêşekî xudênas xwe daye paş u mina di bêjin : bi diblomasî bersiva pirsa xwe vekirî hiştîye u di sebeqa sê yê de fermû ye : Aşiqê êrifî zana (2 Werin ji minre biden beyane Durr texte u padşay lê girtî mekane . Kitêba gondyatî (97-101 xidirê silêman çapxana al-hewadis bexda sala 1985. Ev babete di rojnama (dengêlaliş) jimare (53) 15-2/06 hatîye weşandin  |