Titel: Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de


Pîr Xidir Slêman


Eşkere ye, kû Êzîdî baweriyê bi Xwedê tînin, kû ew Xweda ye û Ezda ye, xaliqê vê kinyatê ye: Roj, hîv, erd û esman, şev û roj, daye Milyaket, behişt û doje, Adem û Hewa û tev gîyandar her ji afirandina Xwedê ne. Her ew e, yê ev dinya bicî kirî û xemilandî. Jibo xûyakirina vê yekê jî emê çend sebeqan ji Qewlê Padşayî binivîsînin:

Pedşê min yî xefar e
Ji ba wî tê ferware
Jibo dinyayê û her çar kinara(n).

Pedşê min dinya çêkir
Bi hed û sed û bi rê kir
Benî Adem têde xinê kir.

Pedşê min surr li sema
Xwedanê şev û roj û dem e
Ji ba wî tên kereme.

Pedşê min rebê milyaketa(n)
Rebê her heft surrên bi taqet e
Her heft mêrên bi heybet e.

Pedşê min kinyat ava kir ji dira gewhere
Sipartibû her heft surrên her û here
Tawisî-Melek kire serwere.

Pedşê min rebê Adem e
Ji ba wî tê kereme
Li hemû wexta li hemû dema(n).


Afirandina Milyaketan

Di mîtologiya Êzîdiyan de tê gotin, kû Xwedê her heft milyaket ji nûra xwe afirandin, her roj milyaketek dihate afirandin, mîna çawa tu şemelkekê ji şemalka din hilbikî, û şemelka yekemîn ji nûra Qendîlê hate hilkirin û yên din her yek jiber nûra yê din hate hilkirin. Rojên heftiyê jî li gorî Milyaketan hatine danîn. Her rojek ya wî milyaketî ye, yê kû lê hatiye afirandin. Lê kîjan roj ya kîjan milyaketî ye, ew hind ne xuya ye, her çend di kitêba (pirtûka) bi navê Mishefa Reş û Celwa, kû di destpêka sedsaliya bîstê de bû, cara yekemîn ji aliyê rojhilatnasan ve hatiye weşandin û me guman lê heye kû kitêbên rastêqîneyên Êzîdiyan bin dibêjim: Di van kitêban de hatiye afirandin û nivîskarên mîna Demelûcî û Hesenî, Ebas Ezawî û Hoşeng Biroka di kitêbên xwe de liser Êzîdiyan her ji wê çavkaniyê wergirtine. Lê di meşandina rê û rismên Êzîdiyan de tam xuya dibe, kû roja çarşembê roja Tawisî- Melek e, û yekşem ya Melik Şêxisin e û sêşem ya Şêşims e. Sebaret afirandina Milyaketan jî di çend Qewlên me de, bi taybetî di Qewlê Şêxûbekir de, ev yek hatiye, li gel kû wan bi nav nake, lê her heftan bi rêz dike:

Pedşê min ewil kû Mîr bû
Xûdanê cêşê kibîr bû
Bi heft surrrên Siltan Êzî re (yî) xebîr bû.

Pedşê min surr li sema
Berî ne lewh hebû, ne qeleme
Ya Siltan Êzî, li ba te ew se’ete ew deme.

Berî ne qelem hebû, ne lewhe
Me yarek divê vê herfê şiro bike, li kû ye
Melek êk bû, bûne didowe.

Li ber ferwara Pedeşê ye
Teftêşa me li wê cewabê ye
Melek dido bûn, bûne sisêye.

Pedşê minî cebar e
Ji ba wî hatibû ferware
Melek sisê bûn, bûne çare.

Pedşê minî mizênc e
Melek çar bûn, bûne Pênc e
Her Pênc bûne şifetê, her êk û rênc e
Dilê min li vê yekê yî xweş e
Melek pênc bûn, bûne şeşe
Her şeş bûne Melekên erşe.

Pedşê min xweş kir sûhbete
Lêk rûniştin mûhbete
Melek şeş bûn, bûne hefte.

Her heft kû di’efirîn
Bi rastîyê lêk didebirîn
Bi mûhbetê bi nedera êk didebirîn

Her wisa di Qewlê Şêx û Aqûb de hatiye, kû Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin:

Ew bûn Melekên sekinîne
Ji nûra îlahî ne
Xwarina wan elhemdilla û şikrîn e


Navê Milyaketan

Di Di’a êvarê de, ya kû divê her Êzîdîyek her roj berî rojavayê bike, navê her heft Milyaketan têne gotin :

Ya Xwedê!
Tu me bidî xatira Ezrayîl, Cibrayîl, Mikayîl, Derdayîl, Şemqayîl, Ezazîl û Esrafîl
Ew in her heft Melikên kibir
Berî Xas, çendî bedîl
Di destan de mifte û kilîl
Ew jî wan e li ber hizreta Melkê Celîl.


Serokê Milyaketan

Di bawerîya Êzîdiyan de piştî Xwedê heft Milyaket efirandin, gote wan: Sicûde û kirnoşê ji ti kesî re nekin, ji xeynî min! Lê dema qalibê Adem xuliqand, gote Milyaketan: ”werin, sicûdê jibo qalibê Adem bikin, ta gîyan bê ber.” Şeş Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê te’ala gote wî: Tu çima sicûde ji Adem re nakî? Ezazîl got: ”Rebê min, te şîret li me kirîye û min ew şîret ji bîr nekirîye, sicûde bo te bitenê ye Ezîzê min”. Vêca Xwedê Ezazîl xelat kir û Tokê zêrîn, kû Tokê Êzî ye, di situyê wî de kir û gotyê: ”Here, min te kirye serokê Milyaketan û navê te Tawisî-Melek e, anko serokê Milyaketan. Jiber vê yekê jî kû heya niha jî her Êzîdîyek vê Tokê lixwe bike û dibêjinê ” Toka Êzî ” yan jî carne Toka Tawisî-Melek. Mebesta Xwedê ji vî Tokê jî xelatkirina Tawisî-Melek bû.

Xaleka din jî ji bawerîya Êzîdiyan kû her pêwendî bi navê Milyaketan ve heye, ev e: Êzidî di wê bawerîyê de ne, kû Surr û Nûra Milyaketên esman kitine ber xasên Êzîdiyan li erdê û rê û rismên dînê Êzîdiyan xurt dikin, dema heft surr hatin erdê di ber heft xasan de bi van navan bi nav bûne:

Ezrayîl Melek Nasirdîn
Cibrayîl Melek Sicandîn
Mikayîl Melek Fexredîn
Derdayîl Melek Şêxûbekir
Şemqayîl Melek Şemsedîn
Ezazîl Tawisî-Melek; ruhê wî ketiye ber Şîxadî
Esrafîl Melek Şêxsin

Xwarina Milyaketan

Di Qewlê Şêx û Aqûb de hatiye:

Ew bûn melekên sekinîne
Ji nûra Îlahî ne
Xwarina wan elhemdilla û şikirîn e.

Ew bûn melekên wî cebêre
Xwendina wane ji dêre
Wan tiştek ne dixwar, ji rehmeta Xwedê dibûne têre.

Her sebaret vî babetî di hindek sebeqan de ji Qewlê Şêxûbekir hatîya:

Her heft kû di’efirîn
Bi rastîyê lêk di`êwirîn
Bi mûhbetê bi nedera yek didebirîn.

Ji me re dîyar bû, kû ev milyaket di dêrîn in, ji nûra îlahî ne, xwarin û debora wan: Hemdbûn û şikirîna Xwedê ye û bi neder û dîndaran hev têr dibin.


Sima û şiklê Xwedê û Milyaketan

Xwedê êdî heft Milyaket ji nûra xwe efirandin û perdek di nava xwe û Milyaketan de danî. Di bawerîya Êzîdiyan de Milyaketan Xwedê nedîtîye, lê hinera wî dîtine û bawerî pê anîne. Lewma jî Tawisî-Melek kû serokê milyaketan e, bi vî rengî perwesteyî Xwedê bûye, ev Di’a kirîye:

Ya Rebî ela şanek û ela mekanek û ela Sultanek
Ya Rebî tu yî, kerîm î, tu yî rehîm î
Ya Rebî her tu Xweda yî
Her tu layîqê medih û sena yî
Ya Rebî tu melekê melkê cihan î
Tu melekê erşê ezîm î
Ya Rebî ji enzel da her tu yî, qedîm î
Tu tam û kam û ra yî
Ya Rebî her tu Xweda yî
Her tu yî, ha yî û layiqê medih û sena yî
Ya Rebî tu Melekê Ins û Cins î
Ya Rebî tu Melekê Erş û Kûrs î
Ya Rebî tu Melekê Gay û Masî
Ya Rebî tu Melekê Alem û Qûdsî
Tu li semd î, lift î, lemay î
Tu li semed î û hey û mecîd î
Wahid î, ferz û hemîd î
Ya Rebî tu xwedawendê seper î
Ya Rebî tu xwedanê Meh û Mihr î
Ya Rebî tu xwedanê Ceh û mer î
Ya Rebî tu xwedawendê eta yî
Ya Rebî ji isma tu yî, bilind î
Te nav li çûne, tu yî çendî
Mizî za yî, dûzend î
Miqa destê dû pa yî
Tu yî layiqê medih û sena yî
Ya Rebî tu keremdarê hût î
Mendayê qût î, Helîmê melekût î
Ya Rebî tu hem hekîm î û hem mecal î
Ya Rebî te ne nav e, te ne xurd e
Xwedan mal î, xûdan perd e
Ya Rebî mekanê te wê li hemû Erda(n)
Ya Rebî te ne lewn e, te ne reng e
Te ne awaz e, te ne deng e
Te ne endam e, te ne çeng e
Ya Rebî kes nizanit tu yî, kusa yî
Ya Rebî tu welîyê ferza nimêj î
Ruhan di perêj î, ji milan milkan dibêjî
Ya Rebî tu hakîmê şah û geda yî
Ya Rebî te tobe danîbû liser Adem
Ya Rebî tu hekîmê şîfayet î
Ya Rebî tu rehm î, kerem î, emîn î
Ya Rebî tu li semed î, em çû nînîn
Û li sûc û gûneh û mişewşe
Me kirin tehîyat û gewşe
Ya Rebî li me bibexşe
Ya Rebî her tu yî, ha yî
Û her tu yî layîqê medih û sena yî
Ya Rebî tu Xaliq î, em mexlûq în
Tu miraz î, em daxiwaz în.

Vê carê heke serokê Milyaketan wisa perwesteyî Xwedê be û bibêje:
Ya Rebî te ne lewn e, te ne reng e
Te ne awaz e, te ne çeng e
Ya Rebî kes nizane tu yî, kusay î
Ya Rebî te ne xaf e, te ne xûrd e
Xwedan mal î, Xwedan Perd e
Ya Rebî mekanê te wê li hemû erdan.

Kesî Xwedê nedîtîye û perde di nava wî û mexlûqên wî de heye, lê Xwedê her li hemû erdan e. Lê Milyaket her wekî di mîtologîya Êzîdiyan de û di Qewl û Beytên wan de carne mîna Xasan û carne jî mîna bavçak û Baba Derwêşan têne berçavên mirovan. Di serhatîyên Êzîdiyan de dema mirovek bê hêvî û tengas dibe, serên rêyan lê tên girtin, Xwedê te’ala Emîn Cibrayîl bi rengê Baba Derwêşekî dihinêre pêşiya wî mirovî jibo çare û serederîyekê.

Nîşanî wî serhatîya wî mirovî digot: Ezê her diçim û diçim heya bigehijime cem Xwedê û gazinda xwe jê bikim, û çû û çû û guh nedaye mirovan û şîretkaran heya Xwedê emîn Cibrayîl bi rengê Baba Derwêşan hinartîye pêşîya wî û lê bû Xwedan û rêber. … Yanî heke mirov Qewl û Beytên Êzîdiyan bixwîne, dibîne, kû Ezrayîl û Cibrayîl dema rihan distînin têne ser ruyê erdê. Nimûne: Ji Qewlê Mûsa Pêxember:

Rojeke ji rojan e
Mûsa wê dixune Mişûr û kitêbane
Ezrayîl û Cibrayîl li mezela Mûsa dibûne mêvane.

Sibeke ji yên xilfete
Mûsa wê dixune mişûran û xete
Rêya Ezrayîl û Cibrayîl li mezela Mûsa dikete

Mûsa wê deng dikete
Ya Cibrayîl we çi xilmete
Îro gîyanê min jiber we girtibû heybete

Ya Mûsa bes bike sexbê re
Rabe riha xwe bi me bispêre
Hate ser te mersûma cebêre.

Her wekî di sebeqekên Qewlan de xoya bû Ezrayîl û Cibrayîl (7)

Mûsa dibêje :
Bi wî kim, yê kû xefûr e
Ez li ruha xwe nakem destûre
Kûlfetê min hêş jî hûr e.

Wa dibêje Cibrayîlê Emîn e
Ya Mûsa min Emrîn e
Rizqê kûlfetî we li Xwedê ye
Li te nîne.

Ya Mûsa rabe hilweste
Em dê ber bi behrê kin qeste
Dê ferwara Xwedê nîşanî te kin dest bi deste.

Mûsa rabû hilweste
Wan ber bi behrê kire qeste
Emîn Cibrayîl şiva qûdretê hilgirtbû bi deste
Li behrê da ji heybetê dû têl jiber vedweste.

Hey Pedşê min yî pedşe
Binê behrê kirme û daşe
Di devê kirmî pelgek maşe.

Lê Mûsa xwe ne sparte destên milyaketan, revî û revî heta dît:

Mûsa ji wê vedigerîye
Dîtin dû ciwanên qîmetîye
Wê tirbekê dikolîye
Çû cinaze dîyar nîye.

Cibrayîl gotê:
” Ya Mûsa me biryarek hebû
Bi bejnê her wekî te bû
Ka birêne ev tirbe we bû yan wa ne bû ”?

Derê tirbê li hesil dena
Alîyek ax e, êke xena
Gotê: ” Birano, nekû li min bikin fena.
Derê tirbê yî hind e
Ji qewlê pîr hevind e
Mûsa razabû di bin de”

Derê tirbê yî reş e
Ser singê mûsa raxistibûn ax û ferşe
Mûsa got: ” Bêhna vê tirbê bi min gelek xweş e”

Li ber ronahîya vî Qewlî sîma û şiklê Milyaketan liser erdî û hindek ji rolên wan jibo bi cîanîna ferwara Xwedê qenc xuya dibe.
Di Qewlê Seremergê de dîsan rengekî din ji sîmayên kû tên berçavê mirov, xuya dibe:

Ki rme xaniyekî bê derî
Dido hatine ser min, wê dixûnin wekî teterî
Mîna heft dolabên aşan liserî.

Dido hatine ser min, wê dikine qîr û qale
Yekî kerr e , yekî lal e
Wê ji min dipirsin hal û hewale.

Tirsa min ji yê kerr e
Dembûsê wî heftê batman perr e
Rojê sê caran tê bi dîyarî min re

Tirsa min ji yê lal e
Heftê batman dembûs heye li bal e
Ewê liser riha min bûye hewale.

Kû li min di hilînin dembûsî
wê jê diçin birq û birûsî
Ji tirsan dil û hinavên min pêk ve dinûsî.

Gava li min diweste
Heftê batman dembûs hesin heye li deste
Ji tirsa da, zimanê min dişikeste.

Dido hatine ser min, ji mi dipirsî (pirsîne)
Çeqmeqê wan weke kûrs î
Miskîno, benî Ademo, tu çî ins û çî cins î?

Benî Ademo hun li kû ne?
Hero sibê radbin şerêt we dinune
Me çû xêrên we ne dîne.

Benî Ademo em bixwe xêrîn
Em rêzdarên cebêrîn
Em Xwedanên xêra na azêrîn.

Dido hatinê ser min çav (di) mezin weke tas
Tilîyên wan weke das
Nênûkên wan weke misas.

Min got: ” Sed xweziya min bi wê ruhê be, ye bê sûc, bê binas”

Dido hatine ser min çav mezin weke stêr
Tiliyên wan weke bêr
Nênûkên wan weke kêr
Min got: ” Sed xweziya min bi ruhê ehlil xêr, ne sed xwezî bi ruhê inkêr.

Dido hatine ser min sehet li sixûn
Di bilindin sehetek mezin
Ji tirsan, dil û hinavên min dilerizîn.

Dido hatinê ser min reş in weke Feqîr
Biskî nerm in weke herîr
Pêre hebû nîşana mîr.

Gava dihatin û qedimîn
Çêrekê dikelimîn
Bi ilmekî di’ilimîn.

Ew bû ilmê qatê
Zebênîya ez birime ser pira siratê
Ew bû cîyê Xwedê lê dike şifatê.

Li ber ronahîya vî Qewlî em dikarîn hem rengekî sîmayê wan nas bikîn, dema ew têne erdê û ferwara Xwedê bi cih tînin û her wisa hinera wan kû xaleke herî giring e ji bawerîya Êzîdiyan derbarî Milyaketan kû dibêjine riha mirovê mirî.

Em bixwe xêrîn
Razdarên cebêrîn
Xwedanên xêra na azêrîn.

Ankû Milyaket razdarên Xwedê ne û ew xêrxwaz in, ne şerxwaz in.


Erk û rolên Milyaketan

Li ber ronahîya çend sebeqên Qewlê Mûsa Pêxember, Qewlê Seremergê, Qewlê Tasî-Melek Di’a Êvarê dîyarbû, kû Milyaket ji nûra Xwedê ne û kilît û mifte bi destên wan in, Milyaket xêr in, razdarên cebêr in û Xwedanêt xêra na azêrîn û ferwara Xwedê bi cih tînin. Lê her Milyaketek jî erk û roleke taybetî heye, nexasim dema surra wan tê erdê û bi wan navên me berî niha dîyar kirîn, têne nas kirin.

Ezrayîl kû Melik Nasirdîn e. Ev Milyaket ruhan distîne, Xwedanê kêrikê ye. Li Lalişê Birka Nasirdîn heye, dibêjin dema Melik Nasirdîn bi kêrika xwe riha mirov distîne, diçe kêrka xwe di vê Birkê de ji Xwînê dişo.
Cibrayîl kû Melik Sicadîn e, qazidê Rebilalemîn e. Deng ji ba Xwedê jibo mirovan ditîne. Her wekî di sebeqên Qewlên nav birî de xuya bûye Ezrayîl û Cibraîl ruhên mirovan distînin û ferwara Xwedê bi cih tînin.

Mikayîl, kû Melek Fexredîn e, ew delîlê hemî Pêxemberan û heftê û dû miletan e. Melek Fexredîn delîlekî cê ye
Rêberê çendî rê ye.
Ew dizane hesen ji hisin e, ji fesala dirrê(durrê) ye.

Ji ba zebûnan hatibû Cewabe
Kû dahir bûn zor sihabe
Hêvênê hemuyan ji ba Hesenê Bewab e.

Ji ba zebûnan hatibû xebere
Kû dahir bûn zor Pêxembere
Hêvên hemîyan ji ba Hesen bi cehwer e.

Derdayîl, kû Melik Şêxûbekir e, ew mewla ye, sikanê erd û esman danaye.
5. Şemqayîl kû Melik Şemsedîn e, ew Xwedanê mohrê ye, anko rojê ye, ew rizqan dide û mefera mêrê Êzîdî ye. Roja Sêşembê roja wî ye:

Bi wê Qûbê kim serî, li esmên e
Wê li bin di´îsîyê find û şemalên nûrîne
Mîrê dîwanê Şîxadî ye, Dîwanbegê Şemsê Êzdîn e.

Bi wê Qûbê kim serî li erş e
Wê li bin di`îsîyên find û şemalên geş e
Mîrê dîwana Şîxadî ye, dîwanbegê bi xwe Şêşims e.

6. Ezazîl, yanî Tawisî-Melek, kû serokê Milyaketan e û emînê rêzdarê dîwana Xwedê ye, îmana mêrê Êzîdî ye û li erdê. Şîxadî şûna anko cihê wî digire, wekîlê wî ye, rê û rism û hed û sed ji danîna wî ye.

Şîxadî, Tawisî-Melek û Xwedê yek in
Hun çû maniyan jê nekin
Ev miraza zû hasil dikin.
Anko surr û nûra Şîxadî li erdan ji surr, hiner û nûra Tawisî-Melek e, ew ji nûra Xwedê hatiye afirandinê.

7. Esrafîl, kû Melik Şêxsin e, Qelema îmanê ye û girtin û berdan bi destê wî ne, li esman Şêxê Sinetê ye û li erdê qewet da nebîyên ometê. Li vir sebaret ji Pêxmberan re, Melik Fexredîn ji wan re delîl e û Melek Şêxsin hêz, hiner û qewetê dide wan.

Tawisî-Melek, kû serokê Melîyaketan e û rêzdar û emînê Xwedê ye û Adem li behiştê gerand û bi şîret û ferwara Xwedê Hewa ji bin çengan efirand û ew fêrkirin, kû zad û ta'mên behiştê bixwin û paşî anîne ser erdê, dakû zê û za ji wan çêbibin û hersal li çarşemba serê Nîsanê, deng dike li beharê , dakû bi şînîyê bi xemile û pîrantîyê li kinyatê dike û rêberîyê li çendî Melîyaketan, Pêxember û Xas, bavçak, Mirov û tev gîyandaran dike, ew Pîr e û Rêberê çendî Pîran e û jibo me Êzîdiyan sembola her pîroz e û îmana me ye û serwerê çendî Xas û Milyaketan e. Bi kûrti rola her heft Milyaketan li erdî her wekî di van sebeqên xwarî de xuya dibe:

Nasirdîn Celadê ruhan e
Sicadîn Qazidê Pedşa ye
Şêxûbekir Mewlayê mêran e
Melik Fexredîn delîlê erdê ye
Şêşims Melkê rizqan e
Melîk Şêxsin Cehwerê mêr û melekan e
Şîxadî Pedşa ye, serwerê mêran e.

Dîsan sebaret rolê Milyaketan di mîtolocîya Êzîdiyan de hatiye : Her mirovekî dû Milyaket liser milên wî ne, Milyaktê milê rastê, kiryarên, karên xêrê, yên wî mirovî, dinivîse û Milyaketê liser milê çepê kiryarên mirov yên şaş dinivîse. Dema mirov dimre û ruhê wî dibine Lalişê û liser berê Sûka Me'rîfetê, Nasînê, datînin û bi amadebûna Şêx, Pîr, Merebî û Birayê wî yê Axretê û Xwedanê wî Milyaket kar û kiryarên wî dikşînin. Yên baş dikeve alîyê din de û ligorî karên wî, xêr û gûnehên wî, mehkeme dibe.

Tawis Sembola Êzîdiyan

Her miletek anjî dînek ji xwe re Sembolek hilbijartîye, kû wek nîşan e jibo dîtin û saykolocîya wî ye. Êzîdiyan jî sembola Teyr Tawis ji xwe re hilbijartine. Bi dîtina min jiber çend sedeman:

1. Teyr Tawis sembola serokê Milyaketan Tawsî-Melek e.
2. Teyir Tawis ciwantirîn Teyr e di nav balindîyan de û hemû rengên ciwan di nava perên wî de hene. Her wisa li der û dorên gewdê wî nîşanên mîna çavan hene û Çaxê ew perên xwe vedike hingî mîna Tîrêjên rojê xuya dibin û eşkere ye, kû roj jî pîroztirîn semol e li cem Êzîdiyan û nûra Xwedê ye, ya kû Milyaket û serokê Milyaketan jê hatine efirandin.

3. Jiber kû Êzîdî ji ciwanî, ronahî û nûrê hezdikin û ev Teyr hem Sembola nûrê ye û hem ya ciwanîyê ye û sembol e jibo serokê Milyaketan, yê ji nûrê hatiye efirandin, lewma jî Êzîdiyan ji xwe re kirîye pîroztirîn sembol.

Û di bînên weke ala Êzîdxanê de sembol e kû ji Misê zer (tunç) hatiye diristkirin, mîna wêneyê Teyr Tawis. Û Êzîdî hûrmet û rêzê jêre digrin, weke çawa dîn û miletên din rêz û hûrmeta al û sembolên xwe digrin, sebaret jêhezkirina Êzîdiyan jibo hisn û saykolocîyê ev Teyrê Ciwan ji xwe re kirine Sembol, di ”Qewlê Îmane bi çî nîşan e” de hatiye:

Bi kêr mêran tê heya, edeb û aqil
Ji wan nebin mişemir mebideye
Rê bi rastî dibe bi xweye
Bi kêr mêra tê hisn edeb û heya.

Li vir xuya dibe, kû reya rast û ronahiya îmana mêrê Êzîdî pê kokî temam dibe aqil, hisn û ciwanî, edeb û şermînî. Lew dibêjin : Em Êzîdî Xwedêprerest (Xwedêperês) in, bawerîyê bi Milyaket, Xas û Bavçakên xwe ditînin û rêz û hûrmeta sembolên xwe digrin. Dîyatirîn sembol jê Tawis e û ew nîşana Tawisî-Melek e, ala Êzîdxanê ye. Sebareta navê Tawisî-Melek ji alîyê zimên ve, nivîskaran liser vî babetî wisa dinivîsînin: Çendekan ji wan bîr û hizrên cûda - cûda anîne ser ziman: ”Ev ji peyva Temûz ya babilî hatiye. Temûz jî Xwedanekî anjî Xweda- mendekî Babilyan bû”. Hineke din jî dinivîsîni: ”Ev ji Peyva Teyos ya Axrîqî hatiye. Ew jî Xûdawendê ciwanîyê Xweşîjbûnê bû li cem wan.”

Û nivîskarên mîna Sedîq Demelocî: ”Ev peyv ji peyva erebî Tus hatiye, û gotîye: ”Tus jî anko ciwan bi zimanê erabî ye. Lê bi dîtina me , ev peyveke Arî- Kûrdî ye û pir kevnar e û ji dû peyvan pêk hatiye: Tav, Ta anjî Tî, Tîk kû ji wataya nûra û germîya rojê tê. Tîrmah jî, kû navê heyveke meheke Kûrdî ye û dikeve germ û kela werzê havînê. Her ji vê yekê bi nav bûye. PEYVA ûs jî li cem miletên Arî û bi taybetî Axrîqan, anko Xwedanmend anjî Heq bi vê yekê peyva lêkdaya Tawûs anko ”Nûra Xwedê”. Şîroveyên van nivîseran l ser wataya peyva Tawis ne dûr in ji wataya vê peyvê di zimanê Kûrdî de û her heman tê gehiştina bîr û bawerîyên Êzîdiyan, dema Êzidî dibêjin: ”Her heft Milyaket ji nûra Xwedê hatine efirandin, kû serokê wan Ezazîl e anko Tawisî- Melek e.

Perawêz :
1. Ev Qewl ji deftera Şêx Elo min wergitîye, herwisa di Kovara Laliş de, di hejmara 8‘an de hatiye belavkirin
2. Gûndyatî Xidirê Pîr Silêman rûpelên 72-78, çape 1985.
3. Govara Laliş hejmara 5, rûpelên 59-68 ji weşanên Bingeha Laliş-Dihok.
4. Êzîdyatî rûpelên 29-31, Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî, Bexda 1979.
5. Gûndyatî rûpelên 22-37.
6. Di dîdarekê de di gel Qewlbêj Şêx Osman û Qewlbêj Feqîr Hecî, navên Milyaketan ji min re gotîne.
7. Laliş hejmara 5, rûpelên 59-68
8. Gûndyatî jêderê navbera rûpelên 72-77.
9. Êzîdîyatî rûpelên 24-26.
10. Gûndyatî rûpelên 105-109.
11. Gûndyatî rûpelên 91-105.
12. Çavpêkeftin di gel çendeha Qewilbêjên Êzîdiyan ji wan Pîr Abû Xetarî, Feqîr Hecî, Şêx Elo, Feqîr Osman,....).
13. Ev çend sebeqe min jiber devê Şêx Osman nivîsîne û bi taybetî nave Milyaketan li esmên û surrên wan li erdê, kû wî jî ji cem Qewal Elyasê Behzanî û Koçek Sadiq wergirtiye.



<< zurück

http://www.yezidi.org/index.php?id=248