Şehda dînî (1) Şehda dînêmin yek xweda ye Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye Bergeha min roj û mergeh e Silavên min li mergehê li Lalişê Û li xwedanê qubêyê Şêxadî Şêxê min e, ji nûra padşa ye Şemsê Êzdînê çira ye Pîrê min Hesin Meman e Hoste û merebî ji mala Baban e Kaniya Sipî mora min e Kaf û mixar û zimzim Heca min e Tawisî Melek şahda îmana min e Wisa jî tê gotin(2)Şehda dînê min êk Ellah melik Şêx Sin heq hebîbillah Meqlub û Mergeh sela Silavêt mêra li lalişê meqlubî birî mehê, cotên quba, li wî erdê Êzîdxan ser dikêşne ber Íbadetê sucdehê Siltan Êzî pedşê mine Şêxûbekir mewlayê min e (Şêx mamed) Merebiyê min e (Şêxalê Şemsa) Şêxê min e (Hesin Meman) Pîrê min e Tawisîmelek şehde û îmanêt min e kaf û mixar û zimzim heca mine Qubletil bidor qubleta min e (Melik Şêxsin) baxweyê mine (Şêx Mûsê sor) xudanê min e Şêşims mesebê mine Bînîya äavêt mine Al- hemidillah ji Adîya Em havêtîne ser pişka suniya Minetkarîn ji mîra Vavartînji kafira,ji xenzîra Em havêtîne ser pişka Şêx û Pîra minetkarîn ji minetê Vavartîn ji kafira,ji Şerîétê Havêtîne ser pişka Şêxê sunetê Heke Xudê kir Êzîdîne ser navê Siltan Êzîne El-hemidillah em bi ol û terîqetên xwe razîne. -Ew kesê Şehdê didet pêwîste navê(Şêx,Pîr û Merebî)yên xwe bêje,ji ber hindê nav ji kesekî bo yê din tên guherîn. -Şêxê sunetê mebest jê Melik Şêx Sine  |