NewsYezidentumZentralratYezidisches Forum e.V.Mädchen- und FrauenarbeitVeranstaltungenMenschenrechtePublikationenMultimediaForschungImpressum


 

 

yeziden.de News   

Single


KEDA DENGBÊJAN Û NASÎNA WAN


Ahmed Akbas

KEDA  DENGBÊJAN  Û  NASÎNA  WAN


Ahmet Akbaş


Di dinyayê de di nava hemû miletan de dengbêjî hebûye ,lê belê ez dikarim bibêjim ne wek miletê Kurd ku dengbêjî pêșve çûye. Piștî wan miletan dewletê xwe ava kirin êdî zaf pêwîstî pê nedîtin.Bi rê û metodê din bi teknîkê nû mûzika xwe , zimanê xwe,kultura xwe pêș ve birin û ji bo wan karan jî dewletê wan,  dezgehên teybetî ava kirin.  


Dengbêjvanî ne karekî hesane. Ji re hiș , aqil û qabilîyet lazim e.Wek nivîskaran, hozanvan,senetkaran û yên din nin.Gotineki zanyerekî bîyanî heye dibêje, ”Hilbest nivîsandin bibe kilam û sitran ,bi ritm û mûzika xwe ve derxistin ,hinge qanûn (zagen) çêkirinan bi zor û zahmet e.“


Em bên ser dengbêjên Kurdan, ku gelek xizmeta wan di warê literature( edebîyat) Kurdî, ziman, hûner de zaf heye . Ez bawerim ,ew ê tikeve tariha Kurdan.


Piștî  mecal û derfet derketin ji bo ziman û mûzika Kurdî bi rêya medîya yê (Televîzyonan) êdî behsa dengbêjan jî tê kirin û wan derdixin in.Ew karekî hêjayê ji bo nasnama Kurdî.Bê guman her dengbêjek di herama xwe de zaftir hatîye naskirin , piranê wan axa û began an jî ê ku halê wî xweș bû vedixwandin, zaftir dema ku dawet çêbûbûna, wan dibêrin șevbêrkên xwe bi rojan û heftîyan diman; çîrok ,mesele , sitran,kilam û bûyêrin ku li hereme û li welat çêbûne … ; evînîya welat(xeribî), evînîya dilan û qehremanîyê bûn ji civatê re heta berêsibêh  digotin û distîrîyan.Wanan minak; ku jineka bedew û delal an ji mereke tarif (salix dan) bikirina ziman wisa di hûnan û rêz dikirin meriv șaș û metal dima .  


Ew kilam û stranên digotin bi sedsalan heta hezar salan ew kevneșopîya ha, ji dîroka Kurdan dianîn . Di nav de kultur ,edet, çand û jiyana wan ya civatê ( sosyal) di anîn berçavan didan nasin û bi veyekê wan rêhên netewî xurt dikirin.
Di herêmin Kurdistanê de wek; Serhedê ,Mêrdin`e, Dîyarbekir`ê, Dersim`ê, Êlîha (Urfa), Cizîr`ê û her çar alîyê welat (bașûr, bakur,rojhilat û rojava).Radiyo ya Êrîvanê (Rewanê) û ya Bexdayê û hata Tehranê (bêșa kurdî) gelek dengbêjin bi navûdeng li her alîyê welat dihatin nasîn û guhdarî kirin.Teybetî (nexasim) ya Êrivanê gelekî lê me tesîr dikir.Yên wek; Meryem Xan,Qerepêçê Xaço ,Cemila Celîl, Eyșe  Șan,Mehemed Arif, Hesen Cizrawî, Kawûs Axa,Isa Berwarî,Tahsin Taha û hwd.

                             ***
               DENGBÊJIN ALÎYÊN BIŞÊRÎYÊ(QUBINÊ)


                   Dengbêj Elî`yê Mamed


Dengbêj wisa di heremê welat de hebûn ku meriv wan nasnedikirin. Ew bi hiș û aqil xwe hozan bûn. Di herema Bișêrîyê (Qûbînê) de, ew giridena bajarê Batmanê ye .Yek ji wan jî dengbêj Elîyê Mamedê Êzîdî digotin (Ali Acar-Ew ji alîyê dê ve  kalikê min bi xwe ye.)Li gundê Bazbûtê hatîyê dine.Pêşîyê wan li gundê Batran hatine (nêzê Zoqê ye)Bavikê wan Mala Divane ye.Eşîre wan Anqosîn e. Ez piçûk bûm, tê bîra min ku ew gele çaran dihat gundê șimizê, mala me.Di temenê xwe yê dawî de,li gundê fekîra dima (Ew gundê Pîr û Fekirên Êzîdîya ne.) berîya hingê li gundê bazbûtê diman ku ew gund tev Kurdê Êzîdîya bûn.Gundê fekîra qasî 7-8 km ji gundê şimizê dûr bû.


Wexta ku dihat êwarê oda me ji gundîyan tije dibû cîh nedima, inca li dora xênîyê me jin û mêr guhdarîya wî dikirin. Heta berê sibê kilam û mesele digot, destê wan jê nediqetîya , heta sibê wî guhdarî bikirina meriv jê têr nedibûn. Ew wek mamostek bû, ku ziman ,kultur , dîrok, erf û edetên kurdî yên sed salan bi kilam ,stran û meselan digot.Ew dikarîbû ser bûyerekê; dilketina keç û xortekî ku nedigiștin hevûdin ,kehremanîyê bi xwe kilam çêbikira.


Makûl, beg û axayên wê derê wî dawet dikirin. Gelek caran bi Ûsif Beg re (katib bû) ew li Bișêrîyê rûdinișt bi hevre heta Serhetê diçûn.


Bi dengbêj Hadî re hevaltî kirîye , dibêjin ku ew li herema Dîyarbekirê bi  dengbêjîya xwe bi nav û deng bûye.Bi hevre heta berê sibê kilam digotin.Dîsa her wisa Bi Broyê dengbêj re ,ew ji gunde barisil nêzî gundê fekîraye bi hevre heta Dîyarbekir û wanê diçûn û dengbêjî dikirin. Bi texmînî Sala 1968- 1969 de çûyê ser dilovanîya xwe.Mezelî wî li gundê feqîrîya ye.Ji wî û pîreka wî Besê keçek û kurek heye. Navên wan,Gulê Akbaş (dîya min e) û Teter Acar in.
Kilamên wî digot ewin:


* Emînê Ehmed* Fîlêtê Qito* Nadilo* Şerê Erenzê* Şerê Baximzê* Gewrê *Seyîdxan *  Bro û Seyro* Xelîlê Simê* Qolîbabayê Ronî* Şerê Reşkota û Sînika û Mele* Nûrê* Kolesê Ako* Medede* Bavê Fexrîya* Keçika Baravî*  Hawar   Delal* Bavê Șikrî* Dewrêşê Evdî*  Sêvîya Hecîya* Silêmanê Mistê*  Şerê Hesoyê Brahîm* Emer û Misto* Sebrîyê Silokî*  Şerîf û Edê*  Şêxo û Meyro* Ozmanê Gewrê*  Şêx Fexrî* û hwd…
                   ***
Li wê hêlê (Mintiqê) dîsa ê wek dengbêj ; Ûsivê Dengbêjê Êzidî.Li gundê Kelokê dima, wî banga serêsibê “Beyta Cindî“ bi dengekî nerm digot û distrîya,bi vê beytê hatibû nasîn.Meriv hez dikir ku wî timî guhdarî bikra. Hesinê Çeto`yê Êzidî, bi temenê xwe ê dawî de li gundê şimizê dima, bi kilma „Hey Medetê“ di hat nasîn. Ewî heta sibe dikari bû bi meselan û kilam bi dengekî bilind bistrê. Meriv ji dengê wî jî têr nedibû.


Ji xeyin wan dengbêj,Teyîbo û Saliho bi stran û kilamên xwe li heremê hatibûn nasîn û zaf xweş digotin.


Nêzî gundê şimizê gundê zêwîka Xaço heye. Gundekî File bûye, wek ku bi navê xwe jî kivşe.Ew bavê min digot ku li we derê Îso yê File hebûye.Ew î gelek kilamên folklorê û dawetan digot û gelek kes li ba xwe hîn dikirin ew î di wî warî de zaf xizmet ji kultura kurdî re kirîye. Gelek kes reks ,leyistik kilamên dawetê jiber girtine. Disa li alîyê Bişêrî`yê ê wek Qerebêtê Xaço (Filêye sala 1915 `an da ji ber fermanîya ku li fila rabûbû ,nefî Ermenîstanê bû.Ev dengbêjê bi navûdeng gelek xizmeta ziman û kultura kurdî kiri ye, ew jî ji hêla Bişêrî `yê bûye.Meriv hez dike deng û kilamên wî wek, Lawikê Metînî û Filîtê Quto timî guhdar bike.


Derheqê wan de nivîsa min ê berdewam bibe.

Ahmet Akbaş

e-mail: ahmet.akbas@ewetel.net

Çavkanî: 1. jiber kurê wî Teter Acar û keça wî Gulê Akbaş (kur û keça dengbêj Êlî yê Mamed in.)
2. Xelef Akbaş(bavê min e.)



 

    - top -