NewsYezidentumZentralratYezidisches Forum e.V.Mädchen- und FrauenarbeitVeranstaltungenMenschenrechtePublikationenMultimediaForschungImpressum


 

 

yeziden.de News   

Single


'Bila Rûdaw bi dengê me'


Berpirsiyarê Rojnameya Riya Teze Tîtalê Keremê Seyad


Tîtalê Keremê tev bavê xwe

Salihê Kevirbirî

Rewandûz (Rûdaw) - 1-ê Nîsana 1930’yî di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Yerevanê dest bi weşana xwe dike. Îro Riya Teze 82 salî ye û têkoşîna hebûn û tunebûnê dide.

Berpirsiyarê niha Tîtalê Kerem e. Tîtal kurê Keremê Seyad e ku ev 50 sal in xebata Radyoya Kurdî dimeşîne. Tîtal, di sala 1965-ê de li Ermenîstanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Yerevanê Zimanê Îngilîzî xwendiye. Dema ku li zanîngehê dixwîne, teklîfa xebata beşê kurdî yê radyoyê lê tê kirin. Daxwaza wî berdewamiya li ser xwendina îngilîzî bûye, lê hew dibîne ku wek spîker li radyoyê kar dike! Sala 1990-î li radyoyê dest bi xebatê dike. Pêşî spîkertî/bêjerî, paşê jî dibe redaktor. 2 sal beriya niha, piştî wefata Grîşayê Memê -ku Berpirsê Riya Teze bû- dibe Berpirsê Rojnameya Riya Teze. Vê gave tevî karê rojnameyê, di radyoya kurdî de jî li cem Bavê xwe Keremê Seyad karê xwe berdewam dike.

Meha derbasbûyî li bajarê Rewandûz a Herêma Kurdistana Federal, di ‘Festîvala Rewşenbîrî ya Soran’ de em rastî hev hatin. Tîtalê Kerem behsa rewşa xerab a Riya Teze kir…

Rûdaw: Rojnameya Riya Teze piştî rojên zehmet û giran ketiye merhaleyeke nû. Gelo bi rastî jî Riya Teze hatibû ber girtinê?

Tîtalê Kerem: Belê! Riya Teze ketibû halekî pir giran. Rastî ew e ku îro jî rewş zêde ne baş e. Heta salên 90-î dewlet hay ji rojnamê hebû. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê ew êdî derbasî  xwefînansekirinê bû. Xwefînansekirin jî ewe ku divê derfetên te hebin heta tu bikarî rojnemeyê bigihînî ber destê xwendevanan. Ji ber rewşa xerab a aboriyê, piraniya karker, nivîskar û xebatkarên rojnameyê, terka Ermenistanê da. Her kesê ku rojnameyê dinase, baş dizane ku Riya Teze temendirêjtirîn rojnameya kurdan e. Piştî tevahiya van zor û çetinahiyên giran, wefata redaktorê dawî yê rojnameyê Grîşayê Memê, êdî behsa hebûn û tunebûna rojnameyê dihate kirin. Çend rewşenbîr-nivîskar û berpirsên dezgehên me yên li Ermenistanê, li hev civiyan û biryar dank u ez bibim redaktorê nû yê Riya Teze. Fikra min her li ser fînansekirina rojnameyê bû. Lê hate gotin ku bi her awayî wê riyek bê peydakirin da ku rojname jiyana xwe berdewam bike…

Zehmetî çareser bûn gelo? Heke hebin, dixwazî hinek behsa piştgiran bikî?

Tîtalê Kerem: Helbet ezê bikim. Bi saya wan beşek ji problemên me çareser bûn! Bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya li Brûkselê û Serokê wê Birêz Derwêş Ferho, me weşana rojnemeyê berdewam kir. An na rojname li ber girtinê bû. Em malavahiya enstîtuyê dikin. Niha jî ew alîkariyê didin me. Lê alîkariya heyî, bi tenê têrî çareseriya pirsên teknîkî yên hejmarekê dike. Dîsa bi bangawaziyên enstîtuyê, carcaran alîkarî ji sazî, dezgeh û kesayetiyên kurd ji bo me hatiye. Ji bilî vê ez dixwazim bi riya Rûdawê, spasiyên taybet pêşkêşî Mala Êzdiyan a li Oldenbûrgê û kurdperwer Gîno Lobaro bikim ku li Îspanyayê dijî. Girtina sazî û dezgehan hêsan e, lê vekirin zehmet e!

Ev demeke nû ye ku bare rojnameyê ketiye ser milên te. Di pêvajoya nû de Riya Teze dixwaze kar û barên çawa bike?

Tîtalê Kerem: Riya Teze civakî û çandî ye. Di serdema Sovyeta berê de rojname her wisa siyasî jî bû. Di pêvajoya nû de gelek tişt  hene ku em dixwazin bikin, lê heke derfet hebin. Hê jî çûyîna gund û bajarên ku gelê me lê dijî ji bo me cetin e. Rojnemeger divê bikaribe di nava gel de bigere û binivîse. Lewma jî ez niha naxwazim derheqê van xebatan de bi hûrgilî bibêjim. Li ser van problemên heyî, miraz jî zû bi zû pêk nayên!

Xebatkarên me bêyî meaş kar dikin, tenê perê çûn û hatina wan dikeve destê wan. Gelek problemên teknîkî hene. Kompûterên me yên salên 90-î ne! Heke em wisa berdewam bikin, helbet wê gumanên me jî hebin. Em bi hêvî ne, ev rewş bê guhertin.

Rewşa abonetiya Riya Teze çi ye?

Tîtalê Kerem: Li Ermenistanê rewşa gelê me ne baş e ku her meh bikaribe rojname bikire. Ji ber vê yekê em rojnameyê bêpere didin. Wekî berê em nikarin bi riya postê belav bikin. Em bi riya desta rojnameyê belav dikin. Bi riya înternetê jî em dişînin derveyî Ermenistanê. Mafê te heye ku tu bibêjî: “Em di kîjan serdemê de dijîn ku hale rojnameyê wisa xerab e?” Çi bikim, halê Riya Teze ev e.

Kar û bare Riya Teze bi çend kesan dimeşe?

Tîtalê Kerem: Kar vê gave bi sê kesan dimeşe. 2 nûçegihan jî hene ku piştgiriya me dikin.

Wisa xuyaye rojname bi tevahî bi tîpên latînî derdikeve, hinek behsa vê pêvajoyê bike, ne şaş bim destpêka salên 2000'î biryara alfabeya latînî hate wergirtin ne wisa?

Tîtalê Kerem: Rast e! Bi destûra te ez hinek herim salên berê. Salên 1930-yî rojname bi tîpên latînî derdiket. Lê di serdema Stalîn de rojname berdewam nekir. Paşê dîsa destpê kir. Ji sala 1955-an heta sala 2000-î rojneme bi tîpên kîrîlî derdiket. Lê ji sala 2000-î hetanî niha bi tîpên latînî derdikeve. Jixwe niha li dibistanan zarok bi tîpên latînî jî têne perwerdekirin. Kitêbên dersên zimanê kurdî bi tîpên latînî hatine amedekirin. Berê tevahiya wan kitêban bi tîpên kîrîlî bûn.

Çi li Ermenistanê, çi li derveyî Ermenistanê behsa çend navan bike ku bi nivîsên xwe rûpelên Riya Teze dewlemend dikin…

Tîtalê Kerem: Têkiliyên me bi gelek rewşenbîr û rojnamegeran re hene. Hem li Ermenistanê, hem li welat û Ewropayê, hem jî li Asya navîn û deverên din. Ez dixwazim çend navan bidim ku bi nivîsarên xwe piştgiriya me dikin. Berpirsiyar û Redaktorê Berê yê Riya Teze Emerîkê Serdar, Berpirsiyarê Beşê Kurdî yê Radyoya Yerevanê Keremê Seyad, Nivîskar Elîxanê Memê, lêkolîner Torinê Torinî, Firîda Hecî, nivîskar Eskerê Boyîk, xebatkarên berê yên rojnameyê Prîskê Mihoyî, Têmûrê Xelîl, rojnemeger Hesen Şûcayî û gelek kesên din.

Peyameke te heye ku tu bidî?

Tîtalê Kerem: Ez dixwazim ku rojnameya Rûdawê piştevaniya me bike, xwe li cem me bibîne û bibe dengê me ku gelê kurd hay ji rojnameya xwe ya 82 salî hebin…

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/13486.html 14.06.012,



 

    - top -