Dr. Tosinê Re?îd

KURDISTAN JI ÊZDÎYA VALA DIBE

Tosinê_Rashid
Dr. Tosinê Re?îd

Pi?tî çend rojan dibe 11 meh, wekî ?ingal, Ba?îq û çendek deverên êzdîya ye mayîn di bin destê Daî? de ne. Bi seda hezaran êzdî heta îro jî di kampan de, rew?ekê gelekî xirab de dijîn. Gelek caran berpirsîyarên hukumata Kudistanê dibêjin, wekî plana rizgarkirina ?engalê heye, lê ka ew plan?
Ji ber rew?a giran û nedîyarîyê, rojê dor 3 hezar êzdî ji Kurdistanê derdikevin. Awa here pi?tî 4-5 meha li Kurdistanê tek û tûka êzdîyê bimînin. Bi praktîkî Kurdistan ji êzdîya tê vala kirin.
Dibe di plana rizgar kirina ?engalê de, ji êzdîya vala kirina Kurdistanê jî heye?

Nizanim.
Em ji gotinên vala westîyane.


Kesên bêyî gullekê agirkin, ?engal ji Daî? re hî?tin, bûne sebebê ku?tina hezara êzdîyan, rev and ina bi deha hezaran jin, keç, zar û mêrên êzdîyan; 11 meh derbas bûne, kî ji wan re çi gotîye? Erê, komîtê tên damezir and in, lê gi?k zanin, wekî ew komîtê wê tu ti?tî nekin. Xwîna êzdîya arazan bûye; ji berpirsîyarên îro re jî kesê ti?tekî nebêje. Ew jî ji tu dadgeha natirsin. Lê bira ji bîra nekin, dewran tê guastin, ne tenê ji alîyê êzdîyan de, lê ji alîyê piranîya gelê Kurdistanê de lêborîna vê bêbextîyê wê tune be.